• Monday, 01 July 2024
logo

Mesrûr Barzanî: Heta niha DAIŞ metirsiyeke sereke ye

Gulan Media February 28, 2021 Nûçe
Mesrûr Barzanî: Heta niha DAIŞ metirsiyeke sereke ye
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand, êrîşa mûşekî ya li ser binkeya leşkerî ya Firokxaneya Navdewletî ya Hewlêrê, êrîşeke terorî bû.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di hevdîtineke ligel ajansa “France24” de ragihand, “Şeva 15ê vê mehê binkeya asmanî ya hêzên Amerîkî li Firokxaneya Navdewletî ya Hewlêrê rastî êrîşekê hat û tê de hejmarek kes şehîd û birîndar bûn.”

herwiha got: “Çend aliyan berpirsatiya xwe di ber wê êrîşê de ragihandin. Lêkolînên wê derbarê de dibin, dê aliyê berpirsyar diyar bike û her dema lêkolîn bi dawî bibin, dê encamên wê werin ragihandin.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî got: “Em piştevanîya her hewlekê dikin da ku aramîyê li Iraqê û bi taybetî herêma Kurdistanê peyda bike. Mesrûr Barzanî di bersiva pirsekê de derbarê mîlîşya û grûpên çekdar ên Iraqê de, hêvî xwest ku Hikûmeta Federal bikaribe yasayê li ser hemûyan bi cih bîne.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî diyar kir jî, gavên baş di lêkolînên derbarê wê êrîşê de hatine kin û li gor zanyariyên destpêkê, aliyê li piştî wê êrîşê hatiye naskirin, bêyî ku nasnameya wî alî aşkere bike.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê herwiha diyar kir, rêxistina terorîstî ya DAIŞê metirsiyeke berdewam li deverê çêkiriye û got: "DAIŞ mijûlî xwebirêkxistinê ye”

Mesrûr Barzanî destnîşan kir: “Rêxistina DAIŞê sûdê ji vê valahiya ewlekariyê ya ku li navçeyên Kurdistanî yên li derveyê îdareya Herêma Kurdistanê dirust bûye dibîne û kariya çekdarên zêdetir tevlî rêxistina xwe bike û heta niha gelek çalakî li dijî hêzên ewlekarî yên Iraqê kirine û di hin rewşan de jî welatiyên sivîl kirine armanc, ji ber vê yekê DAIŞ hîn jî pirsgirêkeke serekî ye.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê tekez kir jî, divê civaka navdewletî bi hûrbînî çavdêriya çalakî û pêşketina DAIŞ'ê bike.

Herwiha di wê hevpeyvînê de, Mesrûr Barzanî da zanîn ku Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) di ber ketina hêzên Tirkiyê di nava xaka Herêma Kurdistanê de berpirs û got: “Çalakiyên çekdarî yên PKKê sûde nade ti aliyekî.” Herwiha got jî: “Divê çareseriyeke aştiyane ji wê pirsgirêkê re were dîtin.”

Li ser serdana Papayê Vatîkanê bo Herêma Kurdistanê ku biryar e di hafteya bê de were kirin, Serokwezîr Mesrûr Barzanî ew serdana bi dîrokî bi nav kir û got: “Serdana Papa ne tenê rêzgirtin ji bo Kirîstiyanên navçeyê rê, belkû ji bo pêkvejiyana aştiyane ya Herêma Kurdistanê ye.

Herwiha Serokwezîrê Herêma Kurdistanê hêvî xwast, serdana Papayê Vatîkanê Papa Fransîs, bibe sedema piştevaniyeke navdewletî ya zêdetir ji koçberên navxwe re.

K24
Top