• Monday, 01 July 2024
logo

Kiliçdaroglu: Pêwîstiya me bi guhertina destûrê heye lê bingeh ne başe

Gulan Media February 28, 2021 Nûçe
Kiliçdaroglu: Pêwîstiya me bi guhertina destûrê heye lê bingeh ne başe
Serokê Partiya Komarî a Gel (CHP) Kemal Kiliçdaroglu derbarê guhertina destûra Tirkiyê ragihand, Pêwîstiya me bi guhertina destûrê heye lê bingeh ne başe. Niha mekanîzmaya lêpirsînê bi temamî hatiye seqetkirin.

Serokê CHPê, Kemal Kiliçdaroglu di konfiranseke Endamên Serkirdayetiya partiya xwe de behsa mijara destûra nû ya Tirkiyê kir û got, “niha hemû dibêjin pêwîstiya Tirkiyê bi destûreke nû heye, lê berî her tiştî, niha li Tirkiyê ji bo encamdana karekî wiha bingeheke siyasî pêwîste ku niha ev yek nîne.”

Kiliçdaroglu di berdewamiyî axavtina xwe de wiha got “Pêwîste Tirkiye ji du cemseriyê rizgar bibe, ji bo ku ew behsa vê yekê bikin. Divê destpêkê ew pabendî wê destûra niha bin.”

Di dema borî de Serokomarê Tirkiyê, Receb Tayyîb Erdogan ragihand “Pêwîstiya Tirkiyê bi guhertina destûrê heye.” Erdogan tevahiya partiyên siyasî vexwend bo gotûbêjan, lê partiyên opozisyonê bi guman ve li wê daxwaza Erdogan dinerin.

Rudaw
Top