• Monday, 01 July 2024
logo

Qeyis Xezelî: Bila hêzên Amerîkî ji Îraqê vekêşin

Gulan Media February 27, 2021 Nûçe
Qeyis Xezelî: Bila hêzên Amerîkî ji Îraqê vekêşin
dibêje eger hêzên Amerîkî nebin Îraq aramtir dibe.
Dibêje êrîşa Amerîkayê nayê qebûlkirin.

Berprsê giştî yê çekdarên Esayêbî Ehlîheq Qeyis Xezelî di daxuyaniyekê de bi tundî êrîşa duhê ya hêzên Amerîkî bo ser çekdarên ser bi Îranê li ser sînorê navbera Îraq û Sûriyeyê mehkûm kiriye.

Xezelî diyar kiriye ku lazime piştî vê êrîşa han hêzên Amerîkî li Îraqê nemînin û werin derxistin.

Xezelî herwiha eşkere kiriye ku eger hêzên Amerîkî werin derxistin anjî ji Îraqê derkevin vê demê rewşa Îraqê bi taybetî rewşa ewlekarî baştir dibe.

Weke tê zanîn duhê balefirên Amerîkî êrîşî ser komên çekdar yên ser bi heşda şebî yên girêdayî Îranê kiribûn û di encama êrîşê de herî kêm 17 çekdar hatibûn kuştin.
Top