• Monday, 01 July 2024
logo

Rêveberê polîsê nahyeya Leylan: Sedî 90 koçberên vî sînorî kesûkarên çekdarên DAIŞê ne

Gulan Media February 27, 2021 Nûçe
Rêveberê polîsê nahyeya Leylan: Sedî 90 koçberên vî sînorî kesûkarên çekdarên DAIŞê ne
Rêveberê binkeya polîsê nahyeya Leylan a ser bi parêzgeha Kerkûkê behsa wê yekê dike ku piraniya koçberên derdora nahyeya Leylanê kesûkarên çekdarên DAIŞê ne.

Rêveberê binkeya polîsê nahyeya Leylanê Selah Sabîr ji BasNewsê re ragehand: Sedî 90 ew koçberên ereb ên hatine gund û bax û malgundên derdora nahyeya Leylanê kesûkarên çekdarên DAIŞê ne. yan jî ji ber sedemeke din nikarin wegerin navçeyên xwe. Bi taybet vî sînorî gelek erebên parêzgehên Nînowa, Selahedîn û Diyale bi navê koçberî ve li derdora nahyeyê bicîhbûne û ti gumana me jî tine ev bê pirsgirêkin, ji ber wê navegerin navçeyên xwe.’’

Herwaha got: ‘’Ew naha di bin çavdêriya saziyên ewlehiyê de ne û hin kes jî hene bûne kefîlên wan bo bimînin yan jî li derdora nahyeya Leylanê bin.’’

Ji destpêka îsal ve li ser biryara wezareta koç û koçberên Iraqê kampa koçberên Leylan ku zêdetir jî kesûkarên DAIŞê pêkhatiye hat daxistin, lê ew newegeriyan ser erdên xwe, ji ber gundên dedora nahyeya Leylan bicîh bûn û beşek ji wan jî li navenda bajarê Kerkûkê niştecîh bûn.

Nahyeya Leylan 19 kîlometreyan dikeve başûrê rojhilatê bajarê Kerkûkê û piraniya wan kurd û tirkmenan pêktê.

Basnews
Top