• Monday, 01 July 2024
logo

Joe Biden hişyarî dide Îranê

Gulan Media February 27, 2021 Nûçe
Joe Biden hişyarî dide Îranê
Serokê Amerîkayê Joe Biden hişyarî dide Îranê ku "ti reftar û pêngavên Tehranê, dê bêbersiv nemîne".

Joe Biden di serdana xwe ya Teksasê de, li ser pirsyara derbarê êrîşa firokeyên şer ên Amerîkayê bo ser çekdarên milîs ên ser bi Îranê de ragihand: “Ti reftar û pêngavên Tehranê, dê bêbersiv nemîne.”

Serokê Amerîkayê destnîşan kir ku "Îran nikare xwe ji cezayan veşêre".

Gotinên Joe Biden piştî wê yekê tên ku roja pêncşemê 25ê Sibata 2021ê, Amerîka li deverên sînorî yên Sûriye-Iraqê, komên çekdar ên ser bi Îranê bombebaran kir.

Piştî êrîşê, Wezareta Berevanî ya Amerîkayê (Pentagon) ragihand; firokeyên wan ên şer çend êrîş bi ser milîsên girêdayî Îranê, li rojhilatê Sûriyê encam dane, weke bersivek ji bo êrîşên milîsan ên ser karmendên Amerîkî yên li Iraqê.

Berdevka Koşka Spî Jen Psaki diyar kir: “Êrîşên me peyameke zelal e û Serokê Amerîkayê parêzvaniya welatiyên Amerîkayê dike her dema ku bikevin ber gefan.”

K24
Top