Baregeha Barzanî peyamek pêşkêşî welatiyan dike
![Baregeha Barzanî peyamek pêşkêşî welatiyan dike](https://gulanmedia.com/public/old_images/articles/baraga.jpg )
Îro baregeha Barzanî peyamek bo raya giştî belav kir û têde diyar kir ku, îsal jiber hebûna Koronayê û herwiha bi mebesta parastina selametiya welatiyan, merasîm û ahengên meha Adarê li ser mezara Nemiran ya li Barzanê nayên organîzekirin.
Baregeha Barzanî herwiha daxwaz kiriye ku welatiyên hêja jî serdana mezara Nemiran nekin û pêbendî şîretên tendirostî bin.