• Monday, 01 July 2024
logo

Amerîka dorpêçên nû bi ser Siûdiyê ragihand

Gulan Media February 27, 2021 Nûçe
Amerîka dorpêçên nû bi ser Siûdiyê ragihand
Saziya Sîxuriya Amerîka di derbarê kuştina rojnamevanê Siudî Cemal Qaşiqçî de reportek belav kir û dibêje ew yek bi razîbûna Cihnişînê Siûdiyê Mihemed Bin Selman bûye.

Saziya Sîxuriya Amerîka, rapora xwe ya di derbarê kuştina rojnamevanê Siûdî Cemal Qaşixçî de belav kir û rêveberiya wî welatî jî yekser dorpêçên nû bo ser Siûdiyê ragihandin.

Li ser vê yekê Wezareta Darayî ya Amerîka siza li ser 76 berpirsên Siûdiyê sepand.

Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken got, ewê çavê xwe li ser wan kesan negrin ku gefan li çalakvan, opozîtorên siyasî û rojnamevanan dixwin û 76 hemwelatiyên Erebistana Siûdî xistin lîsteya dorpêçan.

Blinken diyar kir ku ewê wan kesên ku destê wan di çalakiyên derve yên li dijî kesayetên opozîsyon heye, bi sînordarkirina xizmetên vîzayê ceza bikin û diyar kir ku ev yek wan kesan jî lixwe digre ku destê wan di kuştina Cemal Qaşiqçî de heye, lê sînor ne ew bûyer bi tenê ye.

Li aliyê din Wezareta Derve ya Erebistana Siûdî ragihand ku ew raporta Saziya Sîxuriya Amerîkayê red dikin û got “Di derheqê navdarên şahînşîniyê de encamên xelet hene û nayê qebûl kirin.”

Rojnamevan Cemal Qaşiqçî di 2 Cotmeha 2018an de di balyozxaneya Erebîstana Siûdî ya Stenbole de hatibû kuştin.

Rudaw
Top