• Monday, 01 July 2024
logo

Hikûmeta Kurdistanê bûdceyek taybet dide dibistanên kurdî yên Xurmatû

Gulan Media February 27, 2021 Nûçe
Hikûmeta Kurdistanê bûdceyek taybet dide dibistanên kurdî yên Xurmatû
Berpirsê xwandina kurdî li bajarê Xurmatû ragihand, hikûmeta Kurdistanê bûdceyek taybet bo dibistanên kurdî yên Xurmatû terxan kiriye.

Berpirsê xwandina kurdî li Xurmatû, Tarîq Ehmed ji BasNewsê re got, min daxwaz ji wezîrê perwerdeya Kurdistanê kiribû beşek ji wî diravê ku bo dibistanên Kurdistanê terxan dike, bo dibistanên kurdî li Xurmatû terxan bike, wezîrê perwedê jî qebûl kir.

Tarîq Ehmed her wiha got, emê wî diravî bidin rêveberiya dibistanan da ku bo kirrîna pêdiviyên dibistanan xerc bikin.

Berpirsê xwandina kurdî li Kerkûkê, Şêrzad Reşîd jî ji beriya niha ji BasNewsê re gotibû, hikûmeta Kurdistanê 3 milyar dînar bo dibistanên Kurdistanê terxan kiriye ku 147 milyon dînar ji wî diravî bo dibistanên Kerkûkê hatiye terxankirin.

Basnews
Top