• Monday, 01 July 2024
logo

Li Herêma Kurdistanê du roj in ji ber Koronayê kesî canê xwe ji dest nedaye

Gulan Media February 27, 2021 Nûçe
Li Herêma Kurdistanê du roj in ji ber Koronayê kesî canê xwe ji dest nedaye
Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 78 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine.

Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 78 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ku ji wan 21 kes li Hewlêrê, 18 kes li Silêmaniyê, 35 kes li Duhokê û 4 kes li Germiyanê ne.

Herwiha ragihand ku di nav 24 demjimêran de ti kesekî jiyana xwe ji dest nedaye.

Li ser hejmara nexweşên baş bûne, hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 99 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne, ku ji wan 30 kes li Hewlêrê, 33 kes li Silêmaniyê, 36 kes li Duhokê ne.

Amarên giştî:

Pêketin: 108717

Mirin: 3519

Başbûn: 103431

Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din ji welatiyan daxwaz dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha gava hewce bû telefonî hejmara 122ê bikin ku xeta yekser a ji bo Covid-19ê ye.

K24
Top