• Monday, 01 July 2024
logo

Çekdarên Îranî du birayên Kurd qetil kirin

Gulan Media February 26, 2021 Nûçe
Çekdarên Îranî du birayên Kurd qetil kirin
duhê li gundên Pîranşarê êrîşî ser wan hatiye kirin.
Li devera Pîranşarê êrîşî ser wan kirine.

Navenda Hengawê ya bo mafên mirovan belav kir ku çekdarên rejîma Îranê li sînorê Pîranşarê gule li ser du birayên Kurd reşandine û di encam de ev her du birayên Kurd ku navên wan Ebdulah û Osman Nadiriye canê xwe ji dest dane.

Ev her du birayên han duhê çarşem dema bi tirmbîla xwe di navbera du gundên Pîranşarê de hatûçû kirine, rastî êrîşa çekdarên rejîma Îranê hatine û hatine kuştin.
Top