• Monday, 01 July 2024
logo

Mesrûr Barzanî di merasîma vekirina şeqama 150 metrî ya Hewlêrê de gotarek pêşkeş kir

Gulan Media February 26, 2021 Nûçe
Mesrûr Barzanî di merasîma vekirina şeqama 150 metrî ya Hewlêrê de gotarek pêşkeş kir
Bi serpereştî û amadebûna serokê hikûmeta herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ve rêya 150 metrî ya Hewlêrê qonaxa wê ya yekem hate vekirin.

Îro 25.02.2021ê bi amadebûna serokê hikûmeta herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ve şeqama 150 metrî ya Hewlêrê hate qonaxa wê ya yekem hate vekirin û di merasîma vekirina rê de Mesrûr Barzanî gotarek pêşkeş kir û ragehand, ‘’Bingehê rêya 150 metrî ji aliyê kabîneya berê vê hate danîn, lê ji ber hin sedeman û krîza darayî nehate temam kirin.’’

Mesrûr Barzanî ragehand: ‘’Me di destpêka destbikarbûna kabîneyê de hest bi giringiya bicîhanîna vê projeyê kir û zû me biryar da ku pêwîste ev proje bê bicîhanîn û bikeve xizmeta hemû hemwelatiyên xoşdewî yên Kurdistanê û bi taybet jî Hewlêrê.’’

Herwaha got: ‘’Giringiya vê projeyê ew e asankariyê bo hemwelatiyên xoşewîst ên Kurdistan û bi taybet jî Hewlêrê di geheştina cîhên ku dixwazin de herwaha dikare Hewlêrê bi bajarên derdorê ve girêbide û asankariyê jî bike ku parêzgehên din vê rêyê ve zûtir bigehin yek.’’

Mesrûr Barzanî destxweşî li gruba Hêmin kir ku wek şîrketa cîhbicîhkare ku zûtir ji dema xwe û bi rêkûpêkî karên xwe bicîhanîne.

Serokê hikûmeta herêma Kurdistanê derbarê êrîşa çend roj berî naha ya li Hewlêrê pêkhat de jî got: ‘’Babeteke din heye ez dixwazim aşkera bikim. Çend roj berî naha bajarê xoşewîst û balefirgeh bûn armanca êrîşa terorîstan û çend mûşek bo têkdana seqamgîriya wê hatin avêtin. Her wê rojê jî saziyên ewlehiyê û asayîş û hemû aliyên berpirs li herêma Kurdistanê erkdarin ketin tevgerê û kareke lezgîn kirin ku bikarin tewanbaran aşkera bikin. Pir zû jî karîn roj bi roj zanyarî kom bikin li ser aliyê pişt êrîşa terorîstî bidest bixin. Bi keyfxweşî dikarim ji we re bibêjim destkeftên pir baş hebûn û zanyariyên baş kom kirin û encamên baş derketin.’’

Barzanî got, ji ber lêkolîn berdewame ez naxwazim hemû babetan aşkera behs bikim. Lê ez dixwazim vê ji hemwelatiyên xoşewîst re bibêjim û ragehînim ku şukir bo xwedê me karî destnîşan bikin ku ew aliyê ew tişt kiriye û gelek tiştên din jî ketine dest ku înşala demeke nêzîk de aliyên berpirs dê wê nûçeyê ji hemû hemwelatiyên xoşewîst ên Kurdistanê re ragehînin.’’

Basnews
Top