• Monday, 01 July 2024
logo

Wezîrê derve yê Franseyê telefûna Serokwezîr kir

Gulan Media February 26, 2021 Nûçe
Wezîrê derve yê Franseyê telefûna Serokwezîr kir
tekez li ser girîngiya hemahengiya navbera hevpeymanan û hêzên pêşmerge kirin.
Behsa êrîşa ser Hewlêrê kirin.

Îro wezîrê derve yê Franseyê Jean-Yves Le Drian bi rêya telefûnê peywendî bi Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî ve kir.

Di peywendiya han ya telefûnî de Mesrûr Barzanî û Jean-Yves Le Drian behsa êrîşa terorîstî ya mûşekî ya ser Hewlêrê kirin û Mesrûr Barzanî spasiya Jean-Yves Le Drian kir ku dem û dest ev êrîşa han bi tundî mehkûm kiribû.

Mesrûr Barzanî herwiha diyar kir ku di encama lêkolînên hevbeş yên hikûmeta Kurdistanê û hikûmeta fedralî de zaniyariyên nû derbarê êrîşa han hatine bidestxistin.

Her di heman peywendiya han ya telefûnî de her du alî li ser vê yekê ku DIŞI hîn jî metirsiye bo ser ewlekariya deverê hemfikir bûn û tekez li ser girîngiya hemahengiya bihêz ya di navbera hêzên pêşmerge, artêşa Îraqê û hevpeymanan de kirin.

Di berdewamiya peywendiya han de her du alî giftûgo li ser bihêztir kirina têkiliyên dostane yên di navbera Kurdistan û Franseyê de kirin.
Top