• Monday, 01 July 2024
logo

Mesrûr Barzanî li gel Osman Baydemîr civiya

Gulan Media February 26, 2021 Nûçe
Mesrûr Barzanî li gel Osman Baydemîr civiya
behsa yekrêziya aliyên siyasî yên Kurdî kirin.
Behsa yekrêziya aliyên siyasî yên Kurdî kirin.

Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya Siyasetmedarê Kurd Osman Baydemîr kir û piştî civînê jî Serokwezîr derbarê naveroka civînê de wisa nivîsand;

Îro pêncşem 25 Sibata 2021an me pêşwaziya Siyasetmedarê navdar yê Kurd Osman Baydemîr kir.

Di civînê de me tekez li ser girîngiya yekrêziya navbera hêz û aliyên Kurdistanî û xebata aştîxwazane ya gelê Kurd bo parastina mafên reva yên gelê Kurd kir.

Osman Baydemîr piştîvaniya xwe bo hikûmeta herêma Kurdistanê diyar kir û ragihand ku hikûmeta herêma Kurdisanê cîhê omîda gelê Kurde û lazime tevahiya aliyên Kurdistanî piştîvanî jê re bikin.

Me jî spasiya piştîvaniya Osman Baydemîr kir û hêviya serkeftinê di kar, xebat û têkoşîna bo gelê Kurdistanê de jê re xwest.
Top