• Monday, 01 July 2024
logo

Nêzî 200 kes bi Koronayê ketin

Gulan Media February 26, 2021 Nûçe
Nêzî 200 kes bi Koronayê ketin
6 kes jî canê xwe ji dest dane.
Hijmara herî zêde li Hewlêrê ye.

Wezareta tendirostî ya hikûmeta Kurdistanê amarên 24 seatên derbasbûyî yên taybet bi Koronayê belav kir.

Li gor daxuyaniya wezareta tendirostî di nava 24 seatên derbasbûyî de li seraserê Kurdistanê bi giştî 199 kesên din bi Koronayê ketine ku hijmara herî zêde li Hewlêrê hatiye tomarkirin ku 109 kese.

Herwiha di nava heman demê de 97 kes baş bûne û 6 kesên din jî canê xwe ji dest dane.
Top