• Monday, 01 July 2024
logo

Bo Demîrtaş ji Wezareta Dadê re daxwazname

Gulan Media February 26, 2021 Nûçe
Bo Demîrtaş ji Wezareta Dadê re daxwazname
Alîgirên HDPê îro li piştî daxuyaniyeke bo çapemeniyê, bi rêya postaxaneyê daxwaznameya ku amade kiribûn ji Wezareta Dadê ya Tirkiyê re şandin.

Alîgirên HDPê daxwaz kirin ku biryara Dadgeha Mafên Mirov a Ewropayê ku derbarê Hevserokê Berê yê HDPê Selahedîn Demîrtaş de dabû bê cîbicîkirin û Demîrtaş bê azadkirin.

Selahedîn Demîrtaş ji 2016an ve li bajarê Edîrneyê zindanîkirî ye û tevî biryara Dadgeha Mafên Mirov a Ewropayê jî ku ji Tirkiyê hatibû daxwazkirin demildest bê berdan, lêbelê heta jî Demîrtaş nehatiye berdan. Alîgirên HDPê jî bi vê çalakiyê daxwaz dikin Demîrtaş bê azadkirin.

Ev di demekê de ye ku Daîreya Mezin ya DMME roja 22yê Berfenbara 2020an biryar dabû ku Hevserokê Berê yê HDPê Selahattîn Demîrtaş demildest bê berdan.

Daîreya Mezin ya DMME ku ji 17 dadgeran pêk tê li dijî 2 dadgeran 15 dadgeran biryar dan ku Demîrtaş demildest bê berdan.

Herwiha çend roj berê jî Lijneya Giştî ya Parlementoya Ewropayê (PE) li ser mijara “rewşa girtina Selahattîn Demîrtaş û girtiyên siyasî yên din” civînek lidar xist û civînê de pêşnûmebiryarek hat pesendkirin ku tê de tê xwestin, Demîrtaş demildest bê berdan.

Rudaw
Top