• Monday, 01 July 2024
logo

Konsulusxane û navenda rewşenbîriya Ermenistanê li Hewlêrê hate vekirin

Gulan Media February 26, 2021 Nûçe
Konsulusxane û navenda rewşenbîriya Ermenistanê li Hewlêrê hate vekirin
Ermenistan dixwaze bibe xwedan têkiliyên bihêz li gel Kurdistanê.
Ermenistan dixwaze têkiliyên xwe li gel Kurdistanê bihêztir bike.

Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel Cîgirê wezîrê derve yê Ermenistanê civiya û piştî civînê jî derbarê naveroka civînê de Serokwezîr wisa nivîsandiye;

Îro pênceşm 25 Sibata 2021an me pêşwaziya Cîgirê wezîrê derve yê Ermenistanê Artak Aptonyan kir.

Di civînê de ku balyozê Ermenistanê yê li Îraqê û Konsulusê vê welatî yê li Hewlêrê jî têde beşdar bûn, giftûgo li ser pere pêdana têkiliyên dîrokî yên di navbera herêma Kurdistanê û Ermenistanê hate kirin.

Cîgirê wezîrê derve yê Ermenistanê xwest û amadebûna welatê xwe ya bo bihêztir kirina têkiliyan li gel herêma Kurdistanê di tevahiya waran de diyar kir û spasiya herêma Kurdistanê jî kir ku girîngî bi pêkhateya Ermen li herêmê deye û nunerê wan jî li parlementoya Kurdistanê de heye û weke tevahiya pêkhateyên din tevahiya mafên wan jî parastîne.

Me jî jiber vekirina Konsulusxaneya Ermenistanê û navenda rewşenbîriya Ermenistanê pîrozbayiyên xwe pêşkêş kir û hêvî xwest ku ev pêngavên han handerek bin bo bihêztir kirina têkiliyên navbera herêma Kurdistanê û Ermenistanê de.
Top