• Monday, 01 July 2024
logo

Bi fermana Biden, Amerîka bersiva êrişa mûşekî ya Hewlêrê da

Gulan Media February 26, 2021 Nûçe
Bi fermana Biden, Amerîka bersiva êrişa mûşekî ya Hewlêrê da
Wezîrê Berevaniya Amerîka ragihand, bi fermana serokê Amerîka Joe Biden bersiva êrişa mûşekî ya Hewlêrê û êrişên din yên li ser hêzên hevpeyman li Iraqê hat dayîn.

Şeva borî firokeyên şer yên Amerîka baregehên komên çekdar yên Iraqî yên girêdayî Îranê li nav xaka Sûriyê bordûman kirin.

Ew komên ku hatine armanckirin, Ketayîb Hizbullah û Ketayîb Seyîdul Şuheda ne.

Li ser wê êrişê, wezîrê berevaniya Amerîka, Llyod Austin ragihand, ew êrişa han bi fermana serokê Amerîka Joe Biden û wek bersivek bo êrişên mûşekî yên li ser hêzên hevpeyman li Hewlêr û Iraqê hatine kirin.

Ji aliyekî din, saziya çavdêriya mafên mirov li Sûriyê ragihand, di êrişa firokeyên Amerîkî de herî kêm 22 çekdar hatine kuştin û gelek otomobîl û çek û baregehên komên çekdar jî hatine îmhakirin.

Basnews
Top