• Monday, 01 July 2024
logo

Parlamenterê HDPê: AK Partî naxwaze HDP bê girtin

Gulan Media February 26, 2021 Nûçe
Parlamenterê HDPê: AK Partî naxwaze HDP bê girtin
Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mehmet Tiryakî got “Ez bawerim AKP armanceke cudatir heye. AKP naxwaze HDP were girtin lê dixwaze ku HDP bikeve rewşeke wisa ku nekaribe karekî siyasî bimeşîne.”

Di derbarê 9 parlemeneterên HDPê de 29 dosyayên rakirina parêzbendiya yasayî radestî serokattiya parlemettoya Tirkiyê hatine kirin.

Li aliyê din mijara bi temamî girtina HDPê jî di rojevê de ye li gorî agahiyan AK Partî û MHP li ser formûleke wisa kar dikin ku HDP bi yekcarî were girtin û kadroyên HDP nekarin çi partiyên din ava bikin.

Parlementerê HDPê Mehmet Tîryakî di derbarê girtina HDPê de dibêje “Ez bawerim AKP armanceke cudatir heye. AKP naxwaze HDP were girtin lê dixwaze ku HDP bikeve rewşeke wisa ku nekaribe karekî siyasî bimeşîne. Zêdetîrî 4-5 sal e wate ji sala 2016ê heta niha li dijî me kar dikin. Nêzîkî 18 hezar endamên me hatine binçav kirin û girtin. Niha vê de jî dê siyaseta AKP dê li hember me berdewam be.”

Hewlên rakirina parêzbendiya yasayî ya 9 parlementerên HDP û hewlên girtina vê partiyê di nava bereyê oposizyonê de jî dibe sedeme nakokiyan. CHP li dijî rakirina parêzbandiya derdikeve lê IYI Partî amadeye dengê êrê bide. Partiya Pêşeroj jî li dijî girtina HDP derdikeve.

Serokê Partiya Pêşeroj yê Şaxa Amedê Aydin Altaç jî di derbarê heman mijarê de got “Ji bo ku HDP neyê girtin daxwazên me hene. Daxwazên me ji bo demokrasiyê ne. Em dizanin wê li parlementoyê biryar bên dan û parlementer dê ji karên xwe werin dûrxistin. Em vê yekê xelet û nebaş dibînin, ev yek dê aligirên HDPê zêdetir ji sîstema Tirkiyê sar bikin.

Li gorî berpirsekî kurd yê partiya deva jî eger HDP were girtin piraniya dengderên HDPê dê berê xwe bidin oposizyonê. Lê heman berpirsê vê partiyê dibêje em çi hisaban li ser dengên çi partiyan nakin.

Alîkarê Serokê Partiya Deva Mehmet Emîn Ekmen ragihand ku “Hikumet hewil dide ku piştî HDP hate girtin aligirên HDP bi temamî berê xwe nedin bereya oposizyonê, hewil didin ku ji sedî 1 yan jî sedî 3 heta ji sedî 5 aligirên HDPê deng bidin wan. Ji bo vê jî HDPê weke baskekî PKK nîşan didin. Hê zû ye ku em bêjin ka dengdêrên HDPê dê biryareke çawa bidin, lê ya giring rêveberiya HDPê ye. Pêwîste em li benda helwesta wan bimînin. Em bizanin ka wan çi projeyek heye.

Hewlên girtina HDP di çarçove guhertinên yasaya partiyên siyasî de tê dan. demek ku akpartî û MHP li ser yasaya navborî kar dikin.

Rudaw
Top