• Monday, 01 July 2024
logo

Şêx Cehfer: Metirsî heye DAIŞ êrîş bike ser Neftxane û Xaneqînê

Gulan Media February 26, 2021 Nûçe
Şêx Cehfer: Metirsî heye DAIŞ êrîş bike ser Neftxane û Xaneqînê
Berpirsê baskê 15ê yê Xaneqînê yê PDKê hişyariya êrîşên berfireh ên rêxistina terorîst a DAIŞê bo ser Neftxane û Xaneqînê da.

Berpirsê baskê 15ê yê PDKê Şêx Cehfer Şêx Mistefa ji BasNewsê re ragehand, DAIŞ metirsiyê li ser Xaneqînê çêdike û hêzên Iraqê jî hêza ji holê rakirina metirsiyan tine.

Şêx Cehfer Şêx Mistefa got, navçeyên derdora Xaneqînê bi awayekî di dest hêzên Iraqê de nemaye, ji ber wê duh 24.02.2021ê hêzeke zêde ya komando yên Iraqê bi balefirên şer ve ji wan navçeyan re hate veguhestin.

Wî berpirsê PDKê amaje bi wê yekê jî kir, ku milîsên Heşdî Şeibî dest bi lêdana xendeqan li dora Neftxaneyê kiriye û desthilata asayîşa YNKê kêm kirine û hêzeke din bi navê asayîşa sînor birine wê deverê û hêzek jî bo Bawe Mehmûd bo Xaneqînê birine.

Şêx Cehfer Şêx Mistefa hişyarî da û ragehand, çekdarên DAIŞê nav şikeftên çiyayên wan navçeyan xwe rêxistin kirine û metirsiya êrîşên çekdarên wê rêxistina terorîstî bo ser Neftxane û Xaneqînê heye.

Basnews
Top