• Monday, 01 July 2024
logo

Berpirsekî PDKê: Erebên faşîst li Kerkûkê bi navê DAIŞê êrişî kurdan dikin

Gulan Media February 25, 2021 Nûçe
Berpirsekî PDKê: Erebên faşîst li Kerkûkê bi navê DAIŞê êrişî kurdan dikin
Endamekî serkirdetiya PDKê li Kerkûkê dibêje, erebên faşîst li Kerkûkê bi navê DAIŞê êrişî kurdan dikin ji bo ku kurdan neçar bikin dest ji mal û warê xwe berdin.

Cîgirê berpirsê serkirdetiya PDKê li Kerkûk û Germiyanê, Diyarî Husên ji malpera fermî ya PDKê re gotiye, ev demek êrişên li dijî kurdên Kerkûkê zêde bûne û ji bilî êrişên terorîstî û çekdarî, xanî û malên kurdan jî tên wêrankirin.

Diyarî Husên her wiha gotiye, erebên faşîst li Kerkûkê bi navê DAIŞê êrişî kurdan dikin da ku kurdan neçar bikin dest ji war û malên xwe berdin.

Wî berpirsê PDKê gotiye, armanca tevahiya wan êriş û tehdîdan ew e ku kurdan li Kerkûkê derxînin û Kerkûk bikeve destê ereban. Ti kes jî berevaniyê li kurdan nake. Her tişt pilankirî û organîzekirî ye.

Bi gotina wî berpirsê kurd, eger pêşiya erebkirinê neyê girtin, metirsiyek mezin li ser kurdên Kerkûkê çêdibe.

Basnews
Top