• Monday, 01 July 2024
logo

HSDê operasyonek da destpêkirin

Gulan Media February 25, 2021 Nûçe
HSDê operasyonek da destpêkirin
Di operasyoneke hevbeş de, hêzên Hêzêns Sûriya Demokrartîk (HSD) bi piştevaniya hêzên Hevpeymaniya Navdewletî, 11 berguman li du gundên rojhilatê Dêrezor girtin û dest danîn ser tebabek çek û teqemenî. Medyakarekî ji parêzgeha Dêrezorê ji Rûdawê re got, ji bilî şaneyên Rêxistina DAIŞê, navçe tejî şaneyên ser bi Îran û hikûmeta Sûriyê ne.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk, bi hevkarî li gel hêzên Hevpeymaniya navdewletî, avêtin ser çend veşarkên şaneyên raketî yên DAIŞê. Di operasyona ku şeva sêşemê li ser çarşemê, li herdu gundên Xerîbe û Cedîd Ikêdat li rojhilatê Dêrezorê hat encamdan, hejmarek çekdar û tebabek çek û teqemenî hatin desteserkirin.

Li gor ragihandina HSD, di operasyonê de: “7 berguman li Xerîbe û 4 berguman li Cedîd Ikêdat hatine girtin. Tebabek çek û teqemenî li herdu gundan hatine desteserkirin.”

Medyakar Omer Ebû Leyla, ku xelkê Dêrezorê ye, ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got, ji bilî şaneyên Rêxistina DAIŞê, nave tejî şaneyên bi ser Îran û hikûmeta Sûriyê ye.

Medyakar ji Dêrezorê Omar Ebû Leyla wiaha got: “Dema ku pilanên wê ji bo rakêşana pêkhateyên navçeyê ber bi xwe ve têk çûn, wê dest avêt van kiryarên wekî terorkirin û kuştina kesayetî û rîspiyên naskirî li herêmê. Ev kiryar ji 6 mehan ve zêde bûne. Wate em behsa herêmekê dikin ku tejî şaneyên Îran û rejîma Esed in, zêdebarî şaneyên Rêxistina DAIŞê."

Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî û HSDê tekeziyê li ser berdewamiya gefên şaneyên DAIŞê li ser navçeyê dikin. Aloziyên ku di navbera hêzên HSD û hizên hikûmeta Sûriyê li herdu bajarên Qamişlo û Hesekê derketin, û bangewaziyên hin serokhozên navçeyê li dijî hêzên HSD û Amerîka hiştina ku hêzên HSD bi berdewamî operasyonên taybet li dijî şaneyên berguman li navçeyê encam bidin.

Rudaw
Top