• Monday, 01 July 2024
logo

Daxuyaniya civîna civata wezîran

Gulan Media February 25, 2021 Nûçe
Daxuyaniya civîna civata wezîran
çend proje qanûn hatin pejrandin.
Bi Serokatiya Serokwezîr civiya bû.

Îro civata wezîran bi Serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî civiya û piştî civînê jî Serokwezîr derbarê naveroka civînê de wisa belav kiriye;

Îro çarşem 24 Sibata 2021an bi amadebûna Cîgirê Serokwezîr me gerînendetiya civîna civata wezîran ya herêma Kurdistanê kir.

Di destpêka civînê de Cîgirê Serokwezîr û Serokê şanda danûstandinkar, behsa rewş û pêşhatên dawî yên taybet bi prosesa diyaloga li gel hikûmeta fedralî ya derbarê bûdce û şayisteyên darayî yên herêma Kurdistanê di proje bûdceya fedralî ya sala 2021an pêşkêş kir û tekez li ser vê yekê kirk u berdewam dibin li ser danûstandinan û niha amadebûneke baştir heye bo çareser kirina vê mijara han.

Pişt re wezîrê darayî û abûrî û wezîrê pilan danînê behsa amadekariyên dawî yên proje qanûna bûdceya herêma Kurdistanê bo sala 2021an kir û balkêşandine ser vê yekê ku piraniya datayên wezaretan hatine amadekirin daku bûdceyeke şefaf û rastî were amadekirin.

Di berdewamiya civînê de wezîrê pilan danînê bernivîsa projeya hevbeşî kirin di navbera kerta taybet û kerta giştî li herêma Kurdistanê pêşkêş kir û piştî lihev veguhastina nêrînan ev bernivîsa han hate pejrandin.

Mijareke din ya civînê ji pejrandina bernivîsa proje qanûna wezareta elektirîkê ya herêma Kurdistanê bû ku ji aliyê wezîrê elektirîkê ve hate pêşkêşkirin.

Di mijara dawî ya civînê de wezareta tendirostî jî raportek derbarê rewşa Koronayê bi taybetî cureya nû ya Koronayê û pilana wezaretê ya derbarê rêkarên tendirostî bo rûbirû bûna ev cureya han ya Koronayê pêşkêş kir.

Pişt re jî wezîrê perwerde li ser berdewamiya prosesa xwendinê bi şertê cîhbicîh kirina rêkarên xweparêziyê bo parastina selametiya Xwendekar û mamosteyan dilniyayî da ku prosesa xwendinê berdewam dibe.

Hevdem li gel spasî kirina wezareta tendirostî û wezaretên dinyên têkildar, me wezaret û fermangehên hikûmetê pîwerdar kirin daku rêkarên tendirostî liber çav bigirin û me daxwaz ji welatiyan jî kir daku bo cîhbicîh kirina pilan û rêkarên hikûmetê yên bo pêşî girtin ji zêdetir belav bûna cureya nû ya Koronayê hevkar bin.

Top