• Monday, 01 July 2024
logo

Kurdistan pêşniyara dawî da Îraqê

Gulan Media February 25, 2021 Nûçe
Kurdistan pêşniyara dawî da Îraqê
niha top di meydana komîteya darayî ya parlementoya Îraqê deye.
Pêşniyara han rêkeftina navbera her du aliyane.

Nunerê hikûmeta Kurdistanê li Bexdayê Faris Îsa ragihand ku ne raste ku tê gotin şanda danûstandinkar ya Kurdistanê heta bûdceya 2021an neyê pejrandin navegere û got: Kurdistan pêşniyara xwe ya dawî daye Bexdayê û pêşniyara han jî rêkeftina navbera Hewlêr û Bexdayê ye.

Îsa diyar kir ku niha şanda danûstandinkar ya Kurdistanê venagere Bexdayê heta dema ku civînên parlementoyê li ser proje bûdceya fedralî ya 2021an destpê bikin.

Nav hatî diyar kir ku derbarê bûdceyê ti tiştek li ser Kurdistanê nemaye û niha top di meydana komîteya darayî ya parlementoya Îraqê deye jiber ku ev bûdceyê amade dike.

Top