• Monday, 01 July 2024
logo

Cîgirê wezîrê derve yê Ermenistanê li Hewlêrê ye

Gulan Media February 25, 2021 Nûçe
Cîgirê wezîrê derve yê Ermenistanê li Hewlêrê ye
Kurdistan û Ermenistan têkiliyên xwe berfirtir dikin.
Li gel Serok Barzanî civiya.

Îro çarşem li Pîrmamê Serok Barzanî pêşwaziya Cîgirê wezîrê derve yê Ermenistanê Artak Antonyan kir.

Di civînê de ku Balyozê Ereminstanê yê li Îraqê, Konsulusê vê welatî yê li Hewlêr û çend Dîplomatên din yên Ermenistanê jê têde beşdarbûn, Cîgirê wezîrê derve yê Ermenistanê Artak Antonyan rêzdariya xwe ya li hember xebat û têkoşîna Serok Barzanî diyar kir û ragihand ku tevahiya jiyana xwe bo maf û azadiya gelê xwe feda kiriye.

Antonyan herwiha spasiya Serok Barzanî, hikûmeta Kurdistanê û gelê Kurdistanê kir ku çanda bihevre jiyanê parastina û mafên pêkhateya Ermen li Kurdistanê de parastine,

Nav hatî tekez li ser vê yekê kir ku li Ermenistanê xwestekeke gelek zêde heye bo bihêztir kirin û berfiretir kirina têkiliyên bazirganî û dîplomatîkî li gel Kurdistanê de.

Di berdewamiya civînê de Serok Barzanî jî behsa têkiliyên dîrokî yên di navbera gelê Kurd û gelê Ermenistanê kir û anî ziman ku weşana yekem radiyoya Kurdî li Yerîvana Paytexta Ermenistanê bûye, û ew yek jî îsbateke li ser têkiliyên kevnar yên dostane di navbera her du gelan de.

Serok Barzanî herwiha kêfxweşiya xwe jî li hember zêdetir bihêz bûna têkiliyên navbera Kurdistan û Ermenistanê diyar kir û tekez li ser vê yekê kir ku Kurdistan weke hertim mînaka bihevre jiyana olî û tenîkî dibe û berdewam dibe li ser parastina mafên pêkhateyên li herêma Kurdistanê.

K24
Top