• Monday, 01 July 2024
logo

Serokê herêmê û balyozê Amerîkayê behsa rewşa Îraqê kirin

Gulan Media February 25, 2021 Nûçe
Serokê herêmê û balyozê Amerîkayê behsa rewşa Îraqê kirin
behsa yekrêziya aliyên Kurdî jî hate kirin.
Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya balyozê Amerîkayê kir.
Îro li Hewlêrê Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya balyozê Amerîkayê yê li Îraqê Matthew H. Tueller kir.
Di civînê de behsa rewşa siyasî û ewlekarî ya Îraqê û êrîşên ser Hewlêrê, Beled û Bexdayê jî hate kirin.
Tekez li ser girîngiya bedewamiya hemahengiya navbera aliyên têkildar yên Îraqê li gel Kurdistanê û berdewamiya piştîvanî û hevkariya hevpeymaniya cîhanî bo rûbirû bûna terorê û dabîn kirina aramî hate kirin.
Balyozê Amerîkayê tekez li ser pêbendiya welatê xwe li ser domandina diyaloga steratejîkî ya di navbera Îraq û Amerîkayê de kir û Nêçîrvan Barzanî jî diyaloga han weke çarçoveyeke girîng bo pêşde birina têkiliyên bilêv kir û anî ziman ku Kurdistan dixwaze bibe xwedan têkiliyên rast û baş li gel hikûmeta fedralî û amadeye kêşeyên heyî li ser esasê destûra fedralî çareser bike.
Rewşa Kurdistanê, girîngiya yekrêziya aliyên Kurdistanî, belav bûna Koronayê, hewldanên dabîn kirina vaksînê, hêlbijartinên pêş yên Îraqê û hevkariya civaka cîhanî bo Îraqê, rêkeftina Hewlêr û Bexdayê ya derbarê Şingalê de û çend babetên din mijarên din yên vê civînê bûn.
Top