Mazlum Ebdî: Joe Biden dikare di peyvajoya çareserîya Sûriyê de roleke girîng bilîze
Îro roja çarşemê Fermandarê HSDê Mazlum Ebdî ji VOAyê re axivî û got ku ew bi hatina Serokê Amerîka Joe Biden kêfxweş in û ew hêvîdar in ku di bin rêvebirîya wî de şaşitîyên ku berê hatine kirin dê werin rast kirin.
Herwiha Mazlûm Ebdî got: "Em hêvî dikin ku rêvebirîya nû ya Amerîkî di peyvajoya çareserkirina şerê navxweyî ya Sûriyê de roleke erênî bilîze û ji me re bibe alîkar ku herêmên rizgarkirî bibe xwedîyê statuyekê. Divê mafên gelê urd û gelên din yên herêmê, bi rêka qanûnan werin parastin û Washington di vî warî de dikane roleke girîng bilîze."
Basnews