• Monday, 01 July 2024
logo

Serokwezîr li gel balyozê Amerîkayê civiya

Gulan Media February 25, 2021 Nûçe
Serokwezîr li gel balyozê Amerîkayê civiya
Behsa êrîşa ser Hewlêrê kirin.

Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya balyozê Amerîkayê yê li Îraqê kir û piştî civînê jî Serokwezîr li ser hesabê xwe yê fermî derbarê naveroka civînê de wisa nivîsand;

Îro çaşem 24 Sibata 2021an me pêşwaziya balyozê Amerîkayê yê li Îraqê Matthew H. Tueller kir.

Di civînê de rewşa Îraqê û pere pêdana zêdetir ya têkiliyên navbera herêma Kurdistanê û Amerîkayê hate nirxandin.

Balyozê Amerîkayê piştîvaniya welatê xwe bo herêma Kurdistanê li hember gef û metirsiyên tevgerên terorîstî diyar kir bi taybetî piştî êrîşa terorîstî ya ser bajarê Hewlêrê.

Matthew H. Tueller jiber jêhatî û şarezabûna hêzên ewlekarî yên herêmê bo nizîkatî kirin li hember êrîşa han ya terorîstî û lêkolîn û dûvçûnên dem û dest bi hemahengiya hêzên hevpeymanan, spasiya hêzên ewlekarî yên herêmê kir jî kir.

Balyozê Amerîkayê behsa pêgeha girîng û steratejîk ya herêma Kurdistanê li Rojhilata Navîn de weke hevpeymaneke girîng ya Amerîkayê kir û got: Bi hemahengiya li gel hikûmeta fedralî û herêma Kurdistanê hewl didin daku bikerên êrîşa han baca tawana xwe bidin û werin cezakirin.

Me jî spasiya piştîvaniyên Amerîkayê û hêzên hevpeymanan kir û tekez li ser vê yekê kir ku herêma Kuridstanê weke hertim faktereke girîng ya ewlekarî û aramiyê dibe li deverê de.
Top