• Monday, 01 July 2024
logo

Çekdarên Îranî zêdetir ji 10 kes kuştin

Gulan Media February 24, 2021 Nûçe
Çekdarên Îranî zêdetir ji 10 kes kuştin
li ser sînorê navbera Îran û Pakistanê hatine kuştin.
Li Sîstan û Belûçistanê kuştine.

Li gor jêderên çapemeniyê, berbanga îro sêşem, çekdarên Îranî yên Zirêvanên sînor, li başûrê Îranê êrîşî ser karwaneke kasibkaran kiriye.

Jêderên çapemeniyê behsa vê yekê dikin ku çekdarên Îranî li ser sînorê navbera Îran û Pakistanê ya li eyaleta Sîstan û Belûçistanê ya li başûrê Îranê, êrîşî ser karwaneke kasibkaran kiriye û di encama êrîşa han de herî kêm 10 kes hatine kuştin.

Heta niha amarên dawî yên piştrast kirî nehatine belavkirin.

Top