• Monday, 01 July 2024
logo

Firokeyên şer ên Tirkiyê çiyayê Direbî bombebaran dikin

Gulan Media February 24, 2021 Nûçe
Firokeyên şer ên Tirkiyê çiyayê Direbî bombebaran dikin
Firokeyên şer ên Tirkiyê pêgehên PKKê li çiyayê Direbî li sînorê bajarokê Wertê yê Herêma Kurdistanê bi giranî bombebaran dikin.

Rêveberê Nahiya Wertê Muslîh Zirar ji K24ê re ragihand, firokeyên şer ên Tirkiyê pêgehên PKKê li çiyayê Direbî bi giranî bombebaran kirin.

Li gor zanyariyên Rêveberê Nahiya Wertê, firokeyên Tirkiyê tuneleke PKKê li çiyayê Dirabî bomebaran kirin.

Got jî: “Ji ber hebûna PKKê li wê navçeyê, çend sal in welatî nikarin wî çiyayî.”

Çiyayê Direbî li Wertê nêzîkî çiyayê Qendîlê ye û di çend salên borî de tevgera PKKê li wî çiyayî hebû. Pêştir jî ji ber hebûna PKKê, Zînî Wertê ji aliyê firokeyên Tirkiyê ve hatibû bombebarankirin.

Li gorî agahiyên peyamnêrê me jî, "Firokeyên şer ên Tirk baregehên PKKê yên li çiyayên di navbera Qelatukan, Çiyayê Sordê û Bêrmka yên li bajarokê Sengeserê yê li Pişdarê bombebaran kirin."
Top