• Monday, 01 July 2024
logo

Wekîlê Mîrê êzdiyan: Guhertina nasnameya êzdiyan li Sûriyê nayê qebûl kirin

Gulan Media February 24, 2021 Nûçe
Wekîlê Mîrê êzdiyan: Guhertina nasnameya êzdiyan li Sûriyê nayê qebûl kirin
Wekîlê Mîrê êzdiyan ê karûbarên peyvendiyan diyar kir: ‘’Guhertina nasnameya êzdiyan li Sûriyê nayê qebûl kirin. EW karê wezareta dad li Sûriyê dijî êzdiyan dike hemû êzdî dilgiran kirine. Em daxwazê dikin hikûmeta Sûriyê hemû mafên êzdiyan destûra xwe de dabîn bike.’’

Îro 24.02.2021ê wekîlê mîrê êzdiyan ê karûbarên peyvendiyan Mîr Cehwer Elî Beg ji BasNewsê re ragehand: ‘’Êzdiyên li Sûriyê rastî pirsgirêkên mezin hatine. Naha êzdiyan ew pirsgirêk gehandine me ku wezareta dad a Sûriyê kar dike êzdiyan nav destûra Sûriyê de piştguh bike. Heta jî li ser nasnameya êzdiyan bê nivîsandin ku musliman in. Ev yek nayê qebûl kirin. Pêwîste hikûmeta Sûriyê mafên êzdiyan dabîn bike û wek her ol û neteweyekî din ê li Sûriyê dijîn nîşan bide.’’

Herwaha got: ‘’Guhertina nasnameya êzdiyan li Sûriyê hemû êzdî dilgiran kirine. Em daxwazê ji civaka navdewletî û hemû rêxistinên cîhanî û dewletan dikin alîkarê êzdiyên Sûriyê bin.’’

Basnews
Top