• Monday, 01 July 2024
logo

Berpirsekî DAIŞê li Enqerê hat desteserkirin ku keçeke Kurda Êzdî ligel bû

Gulan Media February 24, 2021 Nûçe
Berpirsekî DAIŞê li Enqerê hat desteserkirin ku keçeke Kurda Êzdî ligel bû
Di operasyoneke hevbeş a Rêveberiya Asayîşa Enqerê û MÎTê de, gumanbarek hat desteserkirin ku li nav DAIŞê berpirs bûye. Rêveberiya Asayîşa Enqerê belav kiriye ku îro Çarşembê 24ê Sibata 2021ê, bi hevbeşiya ligel têmên MÎTê operasyonek hatiye kirin bo desteserkirina gumanbarekî bi esil Iraqî ku li Mûsilê di nav rêzên DAIŞê de berpirs bûye.

Li gor daxuyaniya Asayîşa Enqerê, zanyariyên îstixbaratî bidest xistine ku keçeke Êzdî ya 7 salî ligel wî berpirsê DAIŞê bûye, bi rêyên qeçax hatiye nav axa Tirkiyê û çend roj dibe ji aliyê şaneyên nehênî ve li Enqerê bicîh bûye.

Di operasyonê de kesekî din jî ligel wî berpirsê DAIŞê hatiye desteserkirin.

Li gor agahiyên hatine belavkirin, ew berpirsê DAIŞê ku navê wî S.O. ye, berê di nav rêzên artêşa Iraqê de efser bû, piştre ligel DAIŞê peywendî daniye û berpirsekî çalak ê wê rêxistinê bû. Piştî operasyonê keça Êzdî ya temen 7 salî, radestî Rêveberiya Enqerê ser bi Wezareta Malbat û Siyaseta Civakî ya Tirkiyê hatiye kirin.

Berpirsê Ofîsa Rizgarkirina Revandiyan li Herêma Kurdistanê Husên Qaîdî bo Rûdawê ragihand ku ti zanyariyên wan li ser wê dosyayê nînin, her dema zanyarî bo wan bên mijarê dişopînin.

Husên Qaîdî got: “Berê jî dosyayên wiha hebûn û revandî ji Tirkiyê bo Kurdistanê hatibne vegerandin, wek mînak di serdana dawî ya Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî de bo Tirkiyê, du Kurdên Êzdî ji Tirkiyê bo Herêma Kurdistanê hatin vegerandin.”

Ofîsa Rizgarkirina Revandiyên Destê DAIŞê ku baregahê wê yê serekî li Herêma Kurdistanê ye, roja Duşembê 15ê Sibata 2021ê ragihandibû: “Heta îro 3 hezar û 545 Kurdên Êzdî ji destê DAIŞê hatine rizgarkirin, hezar û 205 ji wan jin in, 339 mêr, 2001 rizgarkirî jî zarok in, bi vê jî hê du hezar û 768 Êzdî nehatine rizgarkirin ku hezar û 298ê wan ji regeza mê ne.”

Rudaw
Top