• Monday, 01 July 2024
logo

Îslamiyên Bakûr: Bila zimanê kurdî jî bibe zimanê fermî li Tirkiyê

Gulan Media February 24, 2021 Nûçe
Îslamiyên Bakûr: Bila zimanê kurdî jî bibe zimanê fermî li Tirkiyê
Partiya Doza Azad (Huda-Par), ku partiyeka îslamî-kurdî ye li Bakûrê Kurdistanê, dibêje, bila zimanê kurdî li Tirkiyê bibe zimanê fermî û hebûna kurdan jî di Destûra nû ya Tirkiyê de were ziman.

Piştî ku serkomarê Tirkiyê Recep Tayîb Erdogan behsa nivîsandina Destûra nû ya Tirkiyê kir, di nav kurdan de jî ev mijar bû rojevek germ.

Cîgirê serokê giştî yê Huda-Parê, Zekeriya Yapicioglu li ser vê mijarê û mijara zimanê kurdî ji televîzyona K24 re gotiye, di vê Destûrê de ji bo çareserkirina kêşeya Kurd, çend pêşniyarên me hene; em dibêjin divê nasnameya Kurd di vê Destûra nû de bê naskirin. Lewra Kurd jî eynî wek Tirkan damezrînerê eslî ne ji bo vê komarê. Sed sal berê ev komar bi hev re damezrandin. Bav û kalên me Kurdan û bav û kalên Tirkan, bi hev re ev komar damezrandine. Lazim e astengiya li pêşiya zimanê Kurdî di Destûra nû de nemîne. Îro di vê Destûra mewcûd de, dibêje ji bilî zimanê Tirkî, ti ziman ji bo hemwelatiyan nikare bibe zimanê perwerdehiyê. Em dibêjin divê zimanê Kurdî bi zimanê Tirkî re di Destûrê de bibe zimanê fermî yê duyem.”

Basnews
Top