• Monday, 01 July 2024
logo

Fûad Husên: Îraq hîn jî di bin metirsiya terorê deye

Gulan Media February 24, 2021 Nûçe
Fûad Husên: Îraq hîn jî di bin metirsiya terorê deye
dibêje Îraq pêdivî bi hevkariyê heye.
Li gel Emîndarê civata hevkariya Kendavê civiyaye.

Wezareta derve ya Îraqê ragihand ku duhê êwarê wezîrê derve yê Îraqê Fûad Husên li gel Emîndarê giştî yê civata hevkariya Kendavê Nayêf Hecref civiyaye.

Li gor daxuyaniya wezareta derve ya Îraqê, di civînê de behsa têkiliyên navbera Îraqê û welatên din yên Erebî bi taybetî welatên Kendavê hatiye kirin û Nayêf Hecref diyar kiriye ku asayîş û ewlekariya Îraqê bandoreke gelek zêde li ser ewlekariya welatên deverê de heye.

Her di heman civînê de Fûad Husên jî diyar kiriye ku Îraq pêdiviya xwe bi hevkariya welatên din heye jiber ku Îraq hîn jî dibin metirsiya terorê deye.
Top