• Monday, 01 July 2024
logo

Serokwezîr li gel Parêzgaran civiya

Gulan Media February 24, 2021 Nûçe
Serokwezîr li gel Parêzgaran civiya
Pilana hikûmetê ya bo cîhbicîh kirina projeyan hate pejrandin.

Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel her çar Parêzgarên Parêzgehên Kurdistanê civiya û piştî bi dawî hatina civînê jî li ser hesabê xwe derbarê naveroka civînê de wisa nivîsandiye:

Îro sêşem 23 Sibata 2021an em li gel Parêzgarên herêma Kurdistanê civiyan.

Di civînê de ku Cîgirê Serokwezîr jî têde beşdar bû, giftûgo derbarê kêşe û arîşeyên îdarî, darayî yên Parêzgehan û pilana hikûmetê ya bo cîhbicîh kirina projeyên xizmetgozarî di sala 2021an de kir.

Di civînê de me anî ziman ku hikûmeta herêma Kurdistanê tevahiya hewlên xwe yên bo dabîn kirina mûşeya mûçexorên herêmê ku erkekî herî li pêş yê hikûmetê ye, bi tevger kiriye û me got: Diyaloga me li gel hikûmeta fedralî bo dabîn kirina şayîsteyên darayî yên herêma Kurdistanê berdewame û di heman demê de bi dahata ku li berdeste, di çarçoveya bûdceya herêma Kurdistanê de ya bo sala 2021an, cîhbicîh kirina çendîn projeyên xizmetgozarî berdewam dibe li tevahiya parêzgehên herêma Kurdistanê de.

Di berdewamiya civînê de ku bi rêya onlîne hatibû lidarxistin, me pilana hikûmeta herêmê y abo cîhbicîh kirina projeyên pere pêdana Parêzgehan û ev projeyên ku ji aliyê wezaretanve li Parêzgehan tên cîhbicîhkirin di sektorên (bajarvanî, elektirîk, tendirostî, çandinî, perwerde û cadeyan) ya bo sala 2021an pejrand ku ev projeyên han jî bi dahata berdest ya hikûmeta herêma Kurdistanê tên cîhbicîhkirin û têçûya tevahiya wan jî 349 miliyar û 702 miliyon dînare û bi vê awayî li ser Parêzgehan hatiye dabeşkirin;

Silêmanî 114350000000 (sed û çarde miliyar û 350 miliyon dînar)

Helebce 30 000 000 000 (sî miliyar dînar)

Dihuk 77 000 000 000 (hefta û heft miliyar dînar)

Hewlêr 128352 000 000 (sed û bîstû heşt miliyar û sêsed û penca du miliyon dînar)

Tevahiya têçûya wan projeyan dike 349 702 000 000 ( sêsed û çihil û neh miliyar û heft sed û du miliyon)






Top