• Monday, 01 July 2024
logo

14 kesên din bi Koronaya nû ketine

Gulan Media February 23, 2021 Nûçe
14 kesên din bi Koronaya nû ketine
7 ji wan ji derveya welat vegeriyane.
Encama cerbandinên wan derketiye.

Birêveberê giştî yê tendirostiya Hewlêrê Dilovan Mihemed ragihand ku ew 14 welatiyên ku beriya niha goman dihat kirin ku bi Koronaya nû ketine, encamên cerbandinên nûjdarî yên wan derketine.

Di encaman de derdikeve ku ev her 14 welatiyên han bi Koronaya nû ketine û niha di bin çavdêriya nûjdarî dene.

Nav hatî diyar kiriye ku ev her 14 welatî li parêzgeha Hewlêrê ne, 7 ji wan ji derveya welat vegeriyane.
Top