• Monday, 01 July 2024
logo

HSD: Li Eyn Îsa 3 çekdarên Tirkiyê hatin kuştin

Gulan Media February 23, 2021 Nûçe
HSD: Li Eyn Îsa 3 çekdarên Tirkiyê hatin kuştin
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD)ragihand, di encam şerê di navbera hêzên wan û grûpên girêdayî Tirkiyê de 3 çekdar hatin kuştin û 7 çekdarên din jî birîndar bûn.

Navenda Ragihandina Hêzên Sûriya Demokratîk di daxuyaniyekê de ragihand, dewleta Tirkiyê êrişên xwe li ser bajarê Eyn Îsa û gundên bajarokê Girê Spî zêde kirine.

Li gor daxuyaniyê, hêzên Tirkiyê gundên el Huriye, Xoşan, Xalidiye û riya M4 kirine armanc.

Di encama şer û pevçûnan li ser mihwera Xoşan û Xalidiyê 3 çekdarên girêdayî Tirkiyê hatin kuştin û 7 çekdarên din jî birîndar bûn.

Basnews
Top