HSD: Li Eyn Îsa 3 çekdarên Tirkiyê hatin kuştin
![HSD: Li Eyn Îsa 3 çekdarên Tirkiyê hatin kuştin](https://gulanmedia.com/public/old_images/articles/85aa51a1d1687d22081d8443b71bb060_L.jpg )
Navenda Ragihandina Hêzên Sûriya Demokratîk di daxuyaniyekê de ragihand, dewleta Tirkiyê êrişên xwe li ser bajarê Eyn Îsa û gundên bajarokê Girê Spî zêde kirine.
Li gor daxuyaniyê, hêzên Tirkiyê gundên el Huriye, Xoşan, Xalidiye û riya M4 kirine armanc.
Di encama şer û pevçûnan li ser mihwera Xoşan û Xalidiyê 3 çekdarên girêdayî Tirkiyê hatin kuştin û 7 çekdarên din jî birîndar bûn.
Basnews