• Monday, 01 July 2024
logo

Birîndarekî êrîşa ser Hewlêrê canê xwe ji dest da

Gulan Media February 23, 2021 Nûçe
Birîndarekî êrîşa ser Hewlêrê canê xwe ji dest da
7 rojan di bin çavdêriya nûjdarî de bû.
7 rojan li nexweşxaneyê di bin çavdêriya nûjdarî de bû.

Yek ji birîndarên êrîşa mûşekî yaku hefteya derbasbûyî ji aliyê komên ser bi heşda şebî ve pêk hatibû, îro li nexweşxaneyeke Hewlêrê canê xwe ji dest da.

Kesê ku canê xwe ji dest daye navê wî Newaf Raşêde, temenê wî 31 sale û xelkê parêzgeha Selahedîn ya Îraqê ye.

Bi vê awayî hijmara wan kesên ku di encama êrîşa han de canê xwe ji dest dane bû du kes.
Top