• Monday, 01 July 2024
logo

Mesrûr Barzanî êrîşa şeva borî ya Bexdayê şermezar dike

Gulan Media February 23, 2021 Nûçe
Mesrûr Barzanî êrîşa şeva borî ya Bexdayê şermezar dike
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî êrîşa mûşekî ya li ser Navçeya Kesk a Bexdayê şermezar dike.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li hejmara xwe ya taybet a Twitterê derbarê êrîşa şeva borî li ser Navçeya Kesk a Bexdayê ragihand, “Şandeyên dîplomasî li Iraqê rastî metirsiyên mezin dibin. Ew ji ji bo şerê li dijî terorê û dubare avedankirina Iraqê li vir in.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî nivîsî: “Daxwaz ji Hikûmeta Federalî dikim, rêkarên pêwîst ji bo dabînkirina selamtiya wan bigire ber xwe. Divê dawî li van êrîşan bê anîn.”

K24
Top