• Monday, 01 July 2024
logo

21 parlamenterên Swêdî bo zimanê Kurdî li Tirkiyê bibe zimanê fermî piştgirî dan

Gulan Media February 23, 2021 Nûçe
21 parlamenterên Swêdî bo zimanê Kurdî li Tirkiyê bibe zimanê fermî piştgirî dan
Federasyona Komeleyên Kurdistan li Swêd (FKKS) bo 21ê Sibatê Roja Cîhanî ya Zimanê Zikmakî kampanyayek dest pê kirin û 21 parlamenterên Swêdî piştgirî didin zimanê Kurdî, bo zimanê Kurdî li Tirkiyê bibe zimanê fermî.

Serokê Federasyona Komeleyên Kurdistan li Swêd (FKKS) Kovan Amedî di derbarê mijarê daxuyaniyek belav kir û tê de wiha dibêje:

“Bi munasebeta Roja Zimanê Zikmakîya Navneteweyî, Federasyona Komeleyên Kurdistan li Swêdê (FKKS) kampanyayek bo zimanê dayikê dest pê kir. Di kampayaya xwe da bal dikşînin ser astengiyên li ser zimanê Kurdî. Zimanê Kurdî, di nav malbatên Kurd de, li bazar û kolanan wekî berê nayê bikaranîn. Bi taybetî jî di nav nifşên nû yên Kurdan da gelek kêm tê bikaranîn.

Ji bo parastin û misoger kirina hebûna zimanê Kurdî, divê zimanê Kurdî jî wek zimanekî fermî bê naskirin û Kurdî bibe zimanê perwerdehiyê li Tirkiyê û Kurdistanê. Ji bo ku zimanê Kurdî li Bakurê Kurdistanê bibe zimanê perwerdehiyê, di van çend salên dawî de, ji bo bidestxistina mafê perwerdehiyê û bikaranîna zimanê Kurdî çendîn platform hatine avakirin. Federasyona Komeleyên Kurdistan li Swêd, piştgiriya hemû xebat û hewildanên bo zimanê Kurdî tên kirin, dike.

Kampanya berfireh e. Wê li Kurdistanê, li Swêdê û li gelek welatên din yên Ewropayê her berdewam be. Em pir pê serbilind in ku kampanya ya me gîhiştiye nav Parlametoya Swêdê jî, ku zêdetirî 20 parlamenterên Swêdî, piştgiriya xwe bo perwerdehiya bi zimanê Kurdî nîşan dane. Ev kampanya dê berdewam bike û nesekine heya ku Kurdî li Tirkiyê wekî zimanekî fermî û zimanê perwerdehiyê were pejirandin.

Em spasiyên xwe yên germ ji hemû parlamenterên ku bi avêtina îmzeyên xwe piştgiriya zimanê Kurdî kirine, pêşkeşdikin.”

Endamên Parlamentoya Swêdê yên ku ev kampanyayê îmzekirine:

Elîreza Akhondî (Center) - Gulan Avci (Lîberal) - Mats Berglund (MP-Partiya Jîngeh) - Gudrun Brunegård (KD- Demokratên Krîstiyan) - Joar Forsell (Lîberal) - Roza Guclu Hedin (S- Sosyaldemokrat) - Johanna Haraldsson (S- Sosyaldemokrat) - Niklas Karlsson (S Sosyaldemokrat -) – Serkan Kose (S- Sosyaldemokrat) - Fredrik Malm (Lîberal) - Laila Naraghi (S-) Sosyaldemokrat - Leif Nysmeds (S- Sosyaldemokrat ) - Ola Moller (S- Sosyaldemokrat) - LawenRedar (S- Sosyaldemokrat) - Maria Strömkvist (S- Sosyaldemokrat) - Gunilla Svantorp (S- Sosyaldemokrat) - Mattias Vepsä (S Sosyaldemokrat) - Anna Wallentheim (S- Sosyaldemokrat) - Hanna Westerén (S-Sosyaldemokrat) - Carina Odebrink (S-Sosyaldemokrat) - Anders Osterberg (S- Sosyaldemokrat)

Rudaw
Top