• Monday, 01 July 2024
logo

DAIŞiya bi bultena sor lê digeriyan li Enqerê hat girtin

Gulan Media February 23, 2021 Nûçe
DAIŞiya bi bultena sor lê digeriyan li Enqerê hat girtin
Hevjîna welatiya Fransayê ku ji ber sedema endamtiya rêxistina DAIŞê ji aliyê Interpolê bi bultena sor lê digeriyan, li Enqereyê bi destê ekîbên polîsan hat desteserkirin.

Li gor medyaya Tirkiyê, tîmên Rêveberiya Şaxa Îstixbarat û Têkoşîna Dijî Terorê ya Asaiyaşa Enqerê di encama xebatan de tesbît kir, Sarah Taliba welatiya Fransayê ku ji welatê xwe çûye beşdarî refên DAIŞê bûye û lewma Interpol bi bultena sor lê digere, li Enqerê ye.

Di encama şopandinê de hat zanîn ku Taliba ji bo ku vegere welatê xwe, hewl dida xwe bigihîne Balyozxaneya Fransayê.

Tîmêb ku ketin liv û tevgerê Sarah Talib 200 metre dûrî balyozxaneyê desteser kirin.

Eşkere bû, Taliba ku birin Rêveberiya Şaxa Dijî Terorê, piştî karûbarên yasayî û wergirtina îfadeyê dê were dersînorkirin.

Rudaw
Top