• Monday, 01 July 2024
logo

Wekîlê Mîrê Êzdiyan: Hikûmeta Iraqê di dosyaya koçberên Şingalê de bêxem e!

Gulan Media February 22, 2021 Nûçe
Wekîlê Mîrê Êzdiyan: Hikûmeta Iraqê di dosyaya koçberên Şingalê de bêxem e!
Wekîlê Mîrê êzdiyan ê karûbarên peyvendiyan diyar kir: ‘’Ji bo baş kirina jiyana koçberên Şingalê pêwîste cîha kon û çadiran de cîhên niştecîhbûnê bo wan bi kerpîç û prîketan bên ava kirin ku xelk ji bûyerên şewatê bên parastin.’’

Îro 22.02.2021ê Wekîlê Mîrê êzdiyan ê karûbarên peyvendiyan Mîr Cehwer Elî Beg ji BasNewsê re ragehand: ‘’Ji bo baş kirina jiyana koçberên Şingalê em dixwazin hikûmeta herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê kon û çadiran rake cîhên hemû konan de ji bo koçberan bi prîketan xaniyan ava bike, ku metirsiya şewat û agir berbûnê nemîne û herwaha wesayîtên agirkuj bo kampan divê bên dabîn kirin ku ziyanên canî û darayî êdî nav kampan de çênebin. Ji ber rastî jî xelkê me rastî gelek pirsgirêkan hatiye.’’

Mîr Cehwer Elî Beg got: ‘’Mayîna koçberan di bin kon û çadiran de gelek dirêj bû, em dixwazin bêhtir giringî ji dosyayên koçberên Şingalê re bê dayîn. Hikûmeta Iraqê bêxemiyê di dosyaya Şingalê de dike. Xelkê me tenê ewlehî divê. Lê hîn jî Bexdayê nekariye li Şingalê ewlehiyê bo xelkê dabîn bike ku koçber vegerin ser cîhên xwe.’’

Basnews
Top