Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên li Erebistanê ye
Berdevkê wezareta derve ya Iraqê, Ehmed Sehaf ragihand, wezîrê derve yê Iraqê Fuad Husên îro danê sibê çû Erebistanê.
Ehmed Sehad da zanîn, Fuad Husên dê bi berpirsên Riyazê re behsa pêwendiyên Iraq û Erebistanê bike.
Duhî jî wezîrê navxwe yê Iraqê, Osman Xanimî çûbû Erebistanê.
Basnews