• Monday, 01 July 2024
logo

Hevpeymanî: Hevpariya me ligel HSDê berdewam e

Gulan Media February 22, 2021 Nûçe
Hevpeymanî: Hevpariya me ligel HSDê berdewam e
Berdevekê Hevpeymaniya Navdewletî ya li Dijî DAIŞê Wayne Marotto ragihand ku erkê wan li Rojavayê Kurdistanê û bakurê rojhilatê Sûriyê nehatiye guhertin û ew ligel hevparê xwe yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ji bo tunekirina DAIŞê kar dikin.

Berdevekê Hevpeymaniya Navdewletî ya li Dijî DAIŞê Wayne Marotto tiwîtek belav kir û têde ragihand, ku wan navendên nû yên leşkerî ava nekirine û hejmara hêzên wan jî zêde nebûye.

Berî niha hatibû ragihandin ku Hevpeymaniya Navdewletî ya li Dijî DAIŞêmijûlî avakirina navendeke leşkerî li Eyn Dîwarê ye.

Wayne Marortto da zanîn ku erkê wan herêmê nehatiye guhertin û ew berdewam gerên xwe yên emnî ji bo karûbarên lojistîk û piştevanîkirina navendên xwe birêve dibin.

Di twîtta xwe de Berdevekê Hevpeymaniya Navdewletî ya li Dijî DAIŞê wiha nivisandiye: “Di şerê li dijî DAIŞê de erkê me li bakurê rojhilatê Sûriyê nehatiye guhertin. Hevpeymanî ligel hevparê xwe yê (HSD) ji bo tunekirina DAIŞê kar dike. Herwiha hevpeymanî berdewam gerên xwe yên emnî berdewam dike û karûbarên lojîstîk bo Qada Ewle ya Rojhilatê Sûriyê (ESSA) berdewam e û navendên leşkerî têne berfirehkirin. Lê hejmara binke û yekineyan nehatine zêdekirin.”

Ajansa fermî ya Sûriyê SANA berî çend rojan ragihabdibû, Amerîka li Dêrikê ya Rojavayê Kurdistanê dest bi avakirina binkeyeke nû kiriye.





Rudaw
Top