• Monday, 01 July 2024
logo

Umêd Xoşnaw wek parêzgerê Hewlêrê destbikar bû

Gulan Media February 22, 2021 Nûçe
Umêd Xoşnaw wek parêzgerê Hewlêrê destbikar bû
Piştî temambûna hemû rêyên yasayî yên bawerî pê dayîna li encûmena parêzgeha Hewlêrê û derketina fermana herêmî û sond xwarinê, Umêd Xoşnaw bi amadebûna wezîrê navxwe yê hikûmeta herêma Kurdistanê Rêber Ehmed ve wek parêzgerê Hewlêrê destbikar bû.

Îro 22.02.2021ê piştî civîna wezîrê navxwe û parêzgerê Hewlêrê li gel hemû rêveberiyên sînorê parêzgeha Hewlêrê bi civîneke çapemeniyê ve wezîrê navxwe Rêber Ehmed ragehand, piştî temambûna rêkarên yasayî kurê şehîdekî û kurekî nav civaka xelkê Kurdistanê ku hatiye destnîşan kirin destbikar dibe, ji bo ji naha û pêde çalakiyên xizmetê baştir birêve biçin û em jî dê wek hikûmet zêdetir alîkarî wî bin.

Herwaha diyar kir, Umêd Xoşnaw berê gelek peywir û erk girtine serxwe û di hemûyan de bi serkeftî karên xwe temam kirine. Herî dawiyê jî li Parlamentoya Kurdistanê dengên pêwîst bidest anîn. Ji ber wê jî destnîşan kirina wî wek parêzger ti gumaneke me tineye ku dê serkeftî be.

Rêber Ehmed got, di vê civînê de ku îro li dîwana parêzgeha Hewlêrê birêve çû, Umêd Xoşnaw bi fermî wek parêzgerê Hewlêrê bi rêveberan hat nasandin.

Wezîrê navxwe got, astengî gelekin û pirsgirêk jî kêm nînin, ji ber wê erkê Umêd Xoşnaw asan nîne. lê hemû aliyekî ve emê bibin alîkar ku bikare hemû xizmetekî pêşkeşî xelkê Hewlêrê bike.

Ji aliyê xwe ve Umêd Xoşnaw jî wek parêzgerê Hewlêrê ragehand, em bejna xwe li hember ruh û bîranînên parêzgerê berê yê Hewlêrê Firset Sofî ditewînin û emê karnameya wî temam bikin. Karnameya me jî karnameyekî giştgîr ango berfirehe û piralî ye û li gel serokê hikûmeta herêma Kurdistanê jî rijdbûn li ser vê yekê me nîşan daye, ku xizmet bo hemwelatiyên Kurdistanê bi giştî û bi taybetî jî bo Hewlêrê emê bikin. Emê berdewam bin û divê fermangehên hikûmetê beşek bin li xizmeta hemwelatiyan. Baweriya me jî heye ku karkirin wek tîmekî û bi rastgotinî û destpakî û kar kirin li ser bingehên karê hikûmetê û tekoşîna hember gendeliyê ve em soz didin di asta herî bilind de emanet ve girêdayî kar bikin.

Herwaha got: ‘’Ez naha li erkê heyî têdigehim ku erkekî giran e. lê em li benda piştevaniya hemû aliyekî ne. Soz didim xelkê Kurdistan û Hewlêrê ku xizmetê ji Hewlêrê re bikim û wek soza min dayî Serok Barzanî, soz didim xelkê Hewlêrê jî ku xizmetkarê wan bim.

Basnews
Top