• Monday, 01 July 2024
logo

Li Rûsyayê gundê Kurdistanhez: Belo

Gulan Media February 22, 2021 Nûçe
Li Rûsyayê gundê Kurdistanhez: Belo
Li Rûsyayê Kurd herî zêde li bajarê Krasnodarê û herêma Adîgeyê dijîn û hejmara wan digihe zêdetir ji 20 hezar kesî. Li gundê Beloyê li wê herêmê piraniya wan ji Kurdistanê hez dikin û hewl didin çand û zimanê xwe biparêzin.

Peyamnêrê Rûdawê Kamiz Şeddadî serdana gundekî Kurdan li herêma Krasnodarê kiriye û dibêje li Rûsyayê Kurd herî zêde li herêma Krasnodarê û Komara Adigeyê dijîn.

Li gorî daneyên ne fermî, hejmara kurdan li wan herêman ji 20 hezarî zêdetire.

Gundê Beloyê yek wan gundan e, ku Kurd bi komî lê cîwar bûne.

Werzişvanê berê Barzanî Nebiyev dibêje: “Li vê derê herî kêm hezar û 500 mal hene û li gor texmînan ji wan 500 ên Kurdan e. Kurdên vê derê ji Felistinê hatine. Gelek werzîşvan li vî gundê hene û heta niha sê şampiyon ji vî gundî derketine. Herwiha ji gundêm cîran jî hinek şampiyon derketine. Em kêfxweşin di nav miletê me de werzîşvanên serkeftî derdikevin.”

Xelkê gund Seîdê 7 salî jî, hez dike, ku her roj tevî hevalên xwe li fûtbolê bilîze. Seîd îsal nû çûye dibistanê û xwandina wî jî bi zimanê Rûsî ye.

Seîd ji lewaziya kurdiya xwe bi gazin e, lê rijde ku hînî xwendin û nivîsandina kurdî bibe. Ji xwe hemû zarokên gund gelek, hez ji Kurdistanê dikin.

Rudaw
Top