• Monday, 01 July 2024
logo

Elî Husên: PDK ti kêşeyeke taybetî li gel ti aliyekê tuneye

Gulan Media February 22, 2021 Nûçe
Elî Husên: PDK ti kêşeyeke taybetî li gel ti aliyekê tuneye
dibêje lazime kêşe li ser esasê destûrê werin çareserkirin.
Dibêje PDK xwedan doza reva ya gelê Kurdistanê ye.
Berpirsê têkiliyên Kurdistanî û Îraqê yê partiya demokrata Kurdistanê Elî Husên diyar kirk u PDK xwedan doza reva ya gelê Kurdistanê ye li Îraqê û ti kêşeyeke taybetî li gel ti aliyeke Îraqî tuneye.
Elî Husên herwiha diyar kir ku gelek girînge li ser esasê berejwendiyên gelê Kurdistanê û destûra fedralî têkilî li gel aliyên din de hebin.
Husên diyar kiriye ku di destûra Îraqê ya sala 1958an de Kurd weke hevbeşî serekî û rastîn yê Îraqê hatiye nasandin û di rêkeftina sala 1970an de hebûna Kurd jî hatiye qebûlkirin û di destûra fedralî yaku sala 2003an de hatiye amadekirin tekez li ser vê yekê hatiye kirin ku Kurd jî di çarçoveya herêmeke fedral de li Îraqê de dijîn.
Nav hatî diyar kiriye ku Kurd ti carî diyalog û danûstan red nekiriye û lazime kêşeyên heyî li ser esasê destûra fedralî werin çareserkirin.
Top