• Monday, 01 July 2024
logo

Serokwezîr li gel wezîrê çavkaniyên avê civiya

Gulan Media February 22, 2021 Nûçe
Serokwezîr li gel wezîrê çavkaniyên avê civiya
behsa mekanîzma dabîn kirina pêvidiyên nûjen kirina bendavan kirin.
Behsa kêşeyên mûçeya karmendên bendavan li herêma Kurdistanê de kirin.

Duh Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya wezîrê çavkaniyên avê yê hikûmeta fedralî kir û piştî bi dawî hatina civînê jî derbarê naveroka civînê de wisa nivîsandiye;

Ruja yekşem 21/2/2021an me pêşwaziya wezîrê çavkaniyên avî yê hikûmeta fedralî Mehdî Reşîd Hemdanî kir.

Di civînê de me gifûgo derbarê pere pêdana hemahengiya navbera wezareta çavkaniyên avê ya fedralî û wezareta çandin û çavkaniyên avê ya hikûmeta herêma Kurdistanê kir bi taybetî nirxandina encamên projeyên steratejîkî û dabîn kirina pêdiviyên nûjen kirina bendavan û çê kirina bendavên nû li Îraq û herêma Kurdistanê de.

Di berdewamiya civînê de me giftûgo derbarê mekanîzma çareser kirina kêşeya mûçeya fermanberên bendavên herêma Kurdistanê kir ku çend mehe ji aliyê hikûmeta fedralî ve weke mûçeya karmendên herêmê nehatiye şandin.
Top