• Monday, 01 July 2024
logo

Wezîrê Navxwe derbarê qedexeya çûnûhatinê de daxuyanî da

Gulan Media February 22, 2021 Nûçe
Wezîrê Navxwe derbarê qedexeya çûnûhatinê de daxuyanî da
Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed ragihand, derbarê biryara qedexeya çûnûhatinê de, hîna ti biryar nehatine dayîn.

Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed îro li Hewlêrê di konferanseke rojnamevenî de ragihand, hîna ti biryar derbarê ragihandina qedexeya çûnûhatinê de nehatine dayîn.

Rêber Ehmed got: “Mixabin amarên vîrûsa Koronayê li Herêma Kurdistanê bilind dibin. Îro Komîteya Bilind a Rûbirûbûna Koronayê dicive û encamên civînê jî tên aşkerekirin.”

Ji heyama çend hefteyan ve amarên Koronayê li Herêma Kurdistanê kêm bûbûn, lê di çend rojên borî de careke din bilind dibin. Duhî jî Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê pêketina 5 kesan bi nifşê nû yê Koronayê ragihandibû.

Wezareta Tendirustiyê diyar kir jî, çend haletên din yên biguman hene, lê heta testên pêwîst ji wan re neyin kirin, ew pêketina wan piştrast nakin.
Top