• Monday, 01 July 2024
logo

Nêçîrvan Barzanî û Emar Hekîm civiyan

Gulan Media February 22, 2021 Nûçe
Nêçîrvan Barzanî û Emar Hekîm civiyan
behsa metirsiyên berdem Îraqê kirin.
Emar Hekîm îro serdana Hewlêrê kiribû.

Îro li Hewlêrê Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Serokê tevgera hikmeya nîştimanî û hevpeymaniya Îraqiyûn Emar Hekîm kir ku bi mebesta beşdarî kirin di merasîma bîranîna şehîdê nîştiman Mihemed Baqir Hekîm hatibû Hewlêrê.

Di civînê de ku Cîgirê Serokê herêmê jî têde amadebûn, Serokê herêmê Nêçîrvan Barzanî rola Mihemed Baqir Hekîm di rûbirû bûna rejîma berê ya Îraqê û helwestên wî yên bo piştîvaniya mafên gelê Kurdistanê, lihev nêz kirina aliyên Îraqî û danîna bingehîn Îraqeke nû bilind nirxand.

Di berdewamiya civînê de rewş û pêşhatên dawî yên Îraq û deverê, kêşeyên siyasî û ewlekarî yên Îraqê, kêşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê û hewldanên çareser kirina wan kêşeyan li ser esasê destûrê û bandorên belav bûna Koronayê hatin nirxandin.

Her du alî li ser vê yekê hem fikir bûn ku metirsiyên ku niha rastî Îraqê hatine wisa dixwazin ku tevahiya aliyên Îraqî bi yekrêzî û yekdengî tevbigerin û tevahiya aliyan bo parastina aramiya welat erkê xwe cîhbicîh bikin.

Di civînê de behsa çend mijarên din yên cuda hate kirin.
Top